Önder Beyter
29 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Serdozgerê Erebistana Siûdî Siûd Muceb hat Stenbolê.
Balafira taybet a ku Serdozgerê Siûdî Muceb tê da bû, bi şev li Balafirgeha Ataturkê danî.
Muceb dê der heqê kuştina rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi da îro bi Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Îrfan Fîdan ra hevdîtinê bike û paşê jî derbasî Konsolosxaneya Erebistana Siûdî li Stenbolê bibe û li wê derê lêkolînê bike.