Önder Beyter
05 Sibat 2018•Rojanekirin: 05 Sibat 2018
CAKARTA
Li Endonezyayê li parêzgeha Nûsa Tengaraya Rojhilat bi lerza 5,3 erdhejek çêbû.
Ajansa Meteorolojî, Klîmatolojî û Jeofizîkê ya Endonezyayê (BMKG) ragihand, noqteya navendê ya ku erdhej lê qewimî, 47 kîlometre başûrê bajarê Hepang ê li herêma Sîka ye.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku erdhej 138 kîlometre di binê erdê da çêbû û herwiha agahî nehat dayîn bê ka mirî û birîndar hene yan na.
BMKG û Navenda Tsunamiya Pasîfîkê piştî erdhejê alarma tsunamiyê nedan.