İbrahim Atmaca
20 Hezîran 2018•Rojanekirin: 20 Hezîran 2018
CAKARTA
Hat ragihandin ku li Endonezyayê li Grava Sumatrayê keştiyeke rêwiyan di Gola Tobayê da binav bû û hejmara kesên winda 178 e.
Berdevkê Emniyeta Endonezyayê Yusrî Yûnus daxuyanî da û got ku keştiya darîn a rêwiyan li ser Gola Tobayê ji Samosîrê diçû herêma Sîmalungunê, lê binav bû, li gor agahiyên dawîn ên malbatan hejmara kesên winda wekî 178 hat rojanekirin.
Wezareta Ragihandinê jî daxuyand ku ji bo lêgerîn û xelaskirinê 5 ekîbên taybet hatin avakirin.
Ji aliyekî din va xebatên lêgerînê duh bi şev sekinîbûn û îro dîsa dest pê kirin.
Berdevkê Ajansa Rêvebiriya Afatê ya Neteweyî Sutopo Purwo Nugroho diyar kir ku 19 kes hatin xelaskirin, cinazeyê kesekî hat derxistin, ji ber ku lîsteya navên rêwiyan nehat dîtin, dibe ku hejmara kesên winda zêdetir bin.
Rayedaran daxuyandibû ku qeza ji ber rewşa hewayê ya xerab û hejmara zêde ya rêwiyan çêbû.