İbrahim Atmaca
14 Gulan 2018•Rojanekirin: 14 Gulan 2018
ERZURUM
Li Çata navçeya Erziromê minîbus û texsî li hev qelibîn û di qezayê da yek jê zarok 5 kes mirin, 10 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, li ser rêya Erzirom û Bîngolê minîbusa ku plaqa wê 25 ET 535 e û texsiya ku plaqa wê 34 JV 7769 e, li nêzî gundê Koselerê li hev ketin. Nasnameya şofêran hê nehatiye tesbîtkirin.
AFAD, Ambulans, cendirme û ekîbên îtfaiyeyê yên Şaredariya Bajarê Mezin sewqî cihê qezayê kirin.
Yek jê zarok 5 kesên ku di wesayîtan da bûn mirin, 10 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan va rakirin nexweşxaneyên der û dorê.
Cinazeyê şofêrê texsiyê bi xebata AFAD û îtfaiyeyê va ji texsiyê hat derxistin. Eqrebayên kesên ku mirin û birîndar bûn, li cihê qezayê krîza sînîr derbas kirin.
Rêya Erzirom û Bîngolê ji ber qezayê hat girtin.
Li cihê qezayê lêkolîn û xebat didomin.