16 Nîsan 2017•Rojanekirin: 16 Nîsan 2017
ANKARA
Dema dengdayînê ya ji bo guherîna destûrê li giştiyê welêt dawî bû.
Li gor biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind li Rojhilat di 32 bajaran de dema dengdayînê ya ku di saet 07.00an de dest pê kiribû, di saet 16.00an de dawî bûbû. Li bajarên din jî dengdayîna ku di saet 08.00an de dest pê kiribû, di saet 17.00an de dawî bû.
Hilbijêran li giştiyê welêt di 167 hezar û 140 sindoqan de dengê xwe da.
Ji hêla din ji bo hilbijêrên li dervayî welêt ên ku li ber deriyên gumrukê jî dema dengdayînê temam bû.
- Rayên ku li dervayî welêt hatin jî wê di heman demê de bêne vekirin
Ji bo hilbijêrên li dervayî welêt yên ku li 57 welatan dijîn jî li 120 nûnertiyan sindoq hatibûn danîn. Dengdayîna van welatiyan di 27ê adarê de dest pê kiribû û di 9ê nîsanê de qediyabû. Rayên ku hatibûn berhevkirin bi balafiran û kuryeyên dîplomatîk va anîbûn Tirkiyeyê.
Ev rayên ku li Lijneya Hilbijartina Navçeyê ya Dervayî Welêt a li Enqereyê hatin veşartin wê di heman demê de bêne vekirin û wê bene hilbijartin.