Li Yewnanistanê ji bo hilbijartina giştî ya pêşwext dengdayînan dest pê kir.
9 milyon û 808 hezar û 76 hilbijêr wê rayên xwe di 19 hezar û 733 sandoqan de bi kar bînin. Rayavêtin wê di saet 19.00an de biqede. Piştî jimartina rayan rayên 21 partiyan wê diyar bibe. Tê texmînkirin ku ji 21 partiyan 7ê wan wê ji benda hilbijartinê derbas bibin.
- Sîstema hilbijartinê
Li gor sîstema hilbijartinê ya Yewnanistanê heke partiyek heya asteke diyar li giştiyê welêt rayan bigre, bi ferqeke hindik be jî ji wan partiyên din zêdetir ray hilde, wê hingê wî heqî didinê ku li meclisa 300 kursiyî bibe pirane û bi tena serê xwe hikûmetê ava bike.
Ji bo ku partiyek di parlementoyê de bibe xwedî 151 kursiyî û bi tena serê xwe bibe hikûmet divê ji sedî 40ê rayan bigre.
Li Yewnanistanê kesên ku 18 salî ne dikarin raya xwe bidin û hilbijêrin, yên ku 21 salî ne jî dikarin bên hilbijartin. Ji bo kesên derveyî welêt dijîn ray bên avêtin tu sîstemeke Yewnanîstanê tune.