14 Mijdar 2017•Rojanekirin: 14 Mijdar 2017
HAKKARÎ
Li Şemdînliya navçeya Hekariyê di operasyon û teqîbata dijî rêxistina terorê da 2 rokêtavêjin RPG-7, gule, xwarin û xurek û melzemeyên curbecur hatin qefaltin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê ekîbên cendirmeyan li dorbera Erdemlî û Guvenliya mezreyên gundê Çatalcayê dijî PKK/KCKyê derketin operasyon û teqîbatê.
Hat diyarkirin di lêgerînê da 2 rokêtavêjin RPG-7, 8 fişengên rokêtavêjê, 23 dewreyên elektronîk yên teqemeniyê, 9 bêtêl, 2 funye, xwarin û xurek û melzemeyên curbecur hatin qefaltin.