14 Mijdar 2017•Rojanekirin: 14 Mijdar 2017
DIYARBAKIR
Di du dozên ku der barê Fîgen Yuksekdaga Parlamentera Wanê û Hevseroka Giştî ya HDPyê ya Berê ya ku ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê kiriye" hatibûn vekirin de dadgehê biryara "bêrayebûnê" da.
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê der barê Yuksekdagê de 2 îdianeme amade kir. Dadgeha Cezaya Giran a 10emîn ya Agiriyê ev îdianame qebûl kirin û li ser van lêkolîn kir û biryara bêrayebûnê da.
Dadgehê got ji bo ku bersûc bê darizandin divê ev dosye here Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê û li wir doz bê dîtin.
- Cezayê ku tê xwestin
Di îdianameyan de der barê Yuksekdag de ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê kiriye" du dozên ku hatibûn vekirî de ji salekê bigre heta 5 salan cezayê hepsê tê xwestin. Heke bê mehkûmkirin li gor madeya Qanûna Cezaya Tirkiyeyê ew divê ji mafan bê par bimîne.