Abdullah Tel
07 Hezîran 2018•Rojanekirin: 07 Hezîran 2018
HAKKARÎ
Li Hekariyê teqemeniya ku ji hêla mensûbên PKKya rêxistina terorê va li ser rê hatibû bicihkirin dema konvoya eskeriyê derbas dibû hat teqandin.
Ji ber teqînê 4 esker birîndar bûn.
Walîtiyê der barê bûyerê da daxuyanî da û ragihand ku konvoya eskerî ya ber bi navenda Çukurcayê dihat û teqemeniya bidestçêkirî ya li devera rêya gundê Agaçdîbiyê vediqete, hatibû bicihkirin, hat înfilaqkirin.
Hat gotin ku di encama teqînê da 4 personelên eskerî birîndar bûn û tehqîqata edlî dest pê kir.