28 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2016
HELEB
Mixalifên ji Sûriyeyê ji bo ku dorpêça rejimê ya li ser bajarê Helebê belav bikin operasyona mezin dan destpêkirin.
Mixalifan dest pê kir bi çekên giran êrîşî hêzên rejima Esed dikin.
Komên mixalif ên ji Sûriyeyê dest pê kirin bi çekên giran êrîşî hêzên rejima Esed ên li dorberê navenda Helebê dikin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji Helebê ragihand, Artêşa Fethê ya ku di bin banê wê da gelek komên mixalif hene êrîş dike.
Artêşa Fethê li rojhilatê bajêr bi endamên xwe va ji hundir û derva ra bi fuzeyên Grad û Fîlan va êrîşî hêzên rejima Esed dikin.
Ehraruşama bi Artêşa Fethê ra di hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku li balafirgeha leşkerî ya Bab Neyrabê, herêmên Dahiyetîl Esed û avahiyên 1070yî yên ku hêzên Esed wek baregeh bi kar tîne xistine.