01 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2017
ANKARA
Li hember êrîşa terorê ya ku li Ortakoyê hat kirin û 39 kes mirin, welatên din bertek nîşan dan û ev êrîş şermezar kirin.
Serokê DYAyê Barack Obama di daxuyaniya xwe ya ji bo êrîşa li Stenbolê de got ku ji ber mirina mirovên besûc ew xemgîn e û sersaxî da malbatên ku eqrebayên wan di vê êrîşê de hatine kuştin.
Obama ji ekîba xwe ra telîmat da ku heke alîkariyek hewce bike divê ew alîkariya rayedarên tirk bike.
Kanada
Wezîrê Karên Derva yê Kanadayê Stephane Dion jî li ser navê dewleta Kanadayê wiha got: "Kanada sersaxiyê dide malbatên ku eqrebayên wan di vê êrîşê de hatine kuştin û ji bo birîndaran jî şifayê dixwaze."
Serokê Konseya Têkiliyên Amerîkayiyan û Îslamê (CAIR) Nîhad Awad jî ev peyam weşand: "Dilê min bi malbatên ku eqrebayên wan di êrîşa Stenbolê de ji hêla terorîstan ve hatine kuştin û birîndaran re ye."
NATO
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî da wiha got, "2017, li Stenbolê destpêkeke trajîk. Dilê min li cem însanên ku sersal pîroz dikirin û tûşî êrîşê hatin û li cem gelê tirk e."
Yekîtiya Ewropayê
Nûnera Bilind a Peywendiyên Derva û Polîtîkaya Ewlekariyê ya YEyê Federica Mogheriniyê jî diyar kir ku 2017 li Stenbolê bi êrîşekê va dest pê kir û wiha got, "Dilê min bi qurbanî û hezkiriyên wan ra ye. Emê berdewam bixebitin ku pêşî li bûyerên bi vî rengî bigirin."
Parlementoya Ewropayê
Serokê Parlementoya Ewropayê (PE) Martin Schulz jî peyama, "Divê şeveke pîrozbahiyê bibûya: Terorîstan kir şeva tundî, kuştin û bêhêviyê. Dilê min bi Stenbol û Tirkiyeyê ra ye." parve kir.
Raportora Tirkiyeyê ya PEyê Kati Piriyê jî wiha got, "Ev xebereke nexweş e. Dilê min û diayên min îşev bi Tirkiyeyê ra ye."
Almanya
Di daxuyaniya li ser hesabê Wezareta Karên Derva ya Almanyayê da wiha hat gotin, "Em di nava dehşeteke kûr da ne. Xemgîniya me bi însanên li Stenbolê ra ye."
Awusturya
Wezîrê Karên Derva yê Avusturyayê Sebastian Kurz li ser hesabê xwe yê medyaya sosyal wiha got: "Li Stenbolê di sala nû da destpêka tirsnak. Serê malbat û dostên qurbaniyan sax be."
Belçîka Wezîrê Karên Derva yê Belçîkayê Dîdîer Reynders got: "Sala nû li Stenbolê bi tirsê dest pê kir. Dilê min bi kesên mirî, eqrebayên wan û gelê Tirkiyeyê ra ye."
Fransa
Wezîrê Karên Derva yê Fransayê Jean-Marc Ayrault jî wiha got: "Qelbê min bi Tirkliyeya ku êrîş lê hat kirin ra ye."
Meksîka
Meksika Wezareta Karên Derva li ser navê hikûmeta Meksîkayê daxuyaniya nivîskî da û got ku êrîşa terorê ya li stenbolê bi tundî hat şermezarkirin.