01 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag der barê êrîşa terorê ya li Stenbolê de got ku li nexweşxaneyan 65 birîndar hene û rewşa 4 kesan jî giran e.
Wezîr Akdag, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn û Midûrê Ewlekariyê Mustafa Çalişkan ewil çûn cihê bûyerê lêkolîn kirin û pişt re jî çûn nexweşxaneyê birîndar ziyaret kirin.
Akdag piştî serlêdana birîndarên li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Şîşlî Hamîde Etfalê daxuyanî da rojnamevanan.
Akdag got ku di nav birîndaran de biyanî jî hene û wiha axivî: "Niha li nexweşxaneyan 65 birîndar hene. Rewşa 4 kesan jî giran e. Piştî van bûyeran rewşa birîndaran wek ku hûn jî dizanin diguhere. Rehma Xwedê miriyan be, Xwedê şifayê bide birîndaran. Nasname tên diyarkirin, di nav birîndaran de gelek biyanî hene."
Li ser nasnameya birîndarên biyanî Akdag wiha got: "Wê di nav demê de eşkere bibe. Niha zêdetir bi birîndaran re eleqedar dibin. Aliyê din jî ewlehî hewl dide ku nasnameyan eşkere bike."