Önder Beyter
23 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2018
BATMAN
Li Kercewsa navçeya Batmanê rezvanan dest pê kir û ji tirî berhemên cuda çêdikin.
Rezvanan Kercewsî ji tiriyên ku ji rezên xwe berhev kirin, berhemên cuda yên wekî dims, pestiq, mewûj, meşlûrê behîv û gûzan ku zivistanê tên xwarin, çêdikin.
Medenî Dilber ku li taxa Baglarbaşiyê dimsê çêdike, diyar kir ku ew ji berê da dimsê çêdikin.
Dilber wiha axivî:
"Tiriyê ku em ji rezan diqetînin, em bi traktoran tînin malê. Em tiriyan diguvêşin û ava wê paşê di sîtilan da dikelînin. Herwiha em hinekî xweliya spî jî dixin navê ku paqij bibe. Ev ava tiriyan qedera 5 saetan dikele û heta tê qayde em tev didin. Tiriyê vê derê navdar e û dimsê me jî bikalîte ye."
Eyşe Dilbera ku der heqê çêkirina pestiqan da axivî jî got ku ji bo pestiqê xweş, divê mirov tiriyê ji baxê ku baş lê hatiye nihêrandin, biemilîne.
Dilberê wiha xeberda, "Divê meriv teqez sê caran xweliya rezan nerm bike. Divê meriv teqez gihayê beyanî yên di nava rez da jê bike. Ev yek bandorê hem li tama tirî û hem jî li bera wê dike. Heger rez baş lê hatibe nihêrandin, tehma tirî jî xweş û şirîn dibe, heger na wê demê hem tehma tirî û hem jî ya dimsê tirî dibe."