Haydar Şahin
23 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2018
ŞANLIURFA
Şaredariya Sirûca navçeya Şanliurfayê ya ku Wezareta Karên Navxweyî lê wezifedarî kiribû "Festivala Henaran a 2yan ya Sirûcê" li dar xist.
Festivala ku bi nêrîna şaredariya civakî hat lidarxistin ji welatiyan eleqeyeke mezin dît.
Di çarçoveya festivalê da pêşiyê henar çinîn û paşê jî ji rêya dikeve nav navçeyê hetanî pêşiya Şaraderiya Sirûcê meşiyan.
Di meşê da hesp jî hebûn, jinên ku kincên herêmî li xwe kiribûn jî sepetên henar xistibûnê dan destê xwe.
Piştî meşê xwarinên herîmî îkramî beşdaran kirin.
Selçuk Balcî, Omur Gedîk û Latîf Doganê sitranbêj derketin dikê û sitran gotin.
Tarik Açikgozê Qaymeqam û Wekîlê Şaredarê Sirûcê di çalakiyê da axivî û got ji ber eleqeya hat nîşandan menûn e.
Açikgoz got bawer dike û festival ê tevkariyê bide danasîna navçeyê û wiha pê da çû: "Festivalên wiha hem ji bo danasîna navçeya me hem jî ji bo ya bajarê me roleke mezin dilîzin. Serjimara Sirûca me 102 hezar e û ev jî potansiyeleke mezin e. Ji bo zêdebûna yekitî û bihevrabûna me festivalên wiha girîng in."
Açik got ku ew ê organîzasyonên wiha bidomînin.