Fatih Gazioğlu
26 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2018
MARDÎN
Li Mêrdînê fîlmên ku derva li ser banan tên nîşandan ji welatiyan eleqeyeke mezin dibînin.
Organîzasyona nîşandana fîlman ji aliyê 'Kolektîfa Hunerê ya 13 Mêtrokarê' va tê kirin. Ji organîzatoran Canan Budakê daxuyanî da û got ku wan par meha hezîranê dest bi nîşandana fîlman kiriye.
Budakê got wan sînevîzyona xwe li ser banê Qehwexaneya Merengozxaneya dîrokî ava kiriye û welatî eleqeyeke mezin nîşanî van fîlman didin û wiha axivî:
"Li bajêr niha salonên sînemayê tunene. Berê fîlm li derva dihatin temaşekirin. Me jî got bila hem bibe nostaljî hem jî welatiyên me wextê xwe bi kêf derbas bikin. Em fîlman roja çarşemê nîşan didin. Gelek meriv tên û eleqeyê nîşan didin. Heta meha cotmehê nîşandana fîlmên me wê dewam bike."
Fîlmên tên nîşan dan piranî li ser sînemeya Rojhilata Navîn in. Welatiyan herî dawî fîlma Bab 'Ezîz ya ku derhêneriya wê Nacer Khemîr kiribû temaşe kir.