Abdullah Tel
26 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2018
TBMM
Di Lijneya Giştî ya Meclisê da Qanûna Eskeriyê û Pêşnûmaya Qanûnê ya der barê Guherîna Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê da û Hin Qanûnan da hat qebûlkirin û bû qanûn.
Kesên ji 1ê rêbendana sala 1994an şûnda hatibin dinyayê û 15 hezer TL bidin û perwerdehiya eskerî ya bingehîn a 21 rojî bibînin wê ji vê qanûnê îstifade bikin.
Kesên li dervayî welêt dijîn wê 2 hezar ewroyî bidin
- Kesên li dervayî welêt bi şertê herî kêm sê sal mabin dema 2 hezar ewro bidin û perwerdehiya ji dûr va ku wê Wezareta Parastina Neteweyî bide hildin wê ji eskerîkirî bên hesibandin.
- Mukelefên dixwazin eskeriya xwe bi berdêl bikin divê roja ku ev qanûn ket rewacê heta sê mehan serî li şaxên eskeriyê û nûnertiyên dervayî welêt bidin.
Ew kesên ku biçin eskeriya xwe bi berdêl bikin di seranserê perwerdehiya xwe da wê ji cihê lê dixebitin pere hilnedin û wekî derketibin îzna bêpere wê bên hesibandin.