20 Hezîran 2016•Rojanekirin: 21 Hezîran 2016
MARDÎN
Li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê teqîn çêbû, di teqînê da 4 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, li Pasaja Oz Muhacîroglu ya li Taxa Yeniyê teqîn çêbû, sedema teqînê nayê zanîn.
Di encama teqînê da B.G. (22), A.O. (46), A.Ç. (22) û H.E. (53) birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Qiziltepeyê hatin kirin. Hat ragihandin ku rewşa birîndarên ku li vir tên dermankirin baş e.
Ji ber şideta teqînê di hin avahiyan da xisar çêbû. Hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê lêkolînê dikin.
Guman dikin ku teqîn ji ber teqemeniya destî an bombeya destan çêbûbe.