Türkan Tosun
02 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2018
MÛŞ
Li Mûşê 85 hezar masîpankên biçûk ên cureyên wan cuda ne avêtin golan.
Midûrê Bajêr ê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehmet Aydin ji rojnamevanan ra got ew di sala 2018an de jî xebatên xwe yên masiyan berdidin nav golan didomînin.
Aydin got wan 85 hezar masîpankên biçûk ên ku cureyên wan cuda ne ji Midûriya Enstîtûya Perwerde û Hîlberînê ya Lêkolîna Hilberînên Avê ya Behra Spî ya Antalyayê anîye û masiyan berdane golan.
Aydin anî ziman wan masî xistine golên Korkut, Tabanli, Qaz, Xaçlî û Çobandagiyê û wiha dewam kir: "Emê sê salan ji golan masîgirtinê qedexe bikin û paşê serbest berdin. Bi van xebatan ve em dixwazin gelê me xurekên bitenduristî bixwin."