Önder Beyter
02 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2018
MUŞ
Li Mûşê hin welatî di orta havîna da li Çiyayê Kurtik kaşûn kirin û kêf kirin.
Hin welatiyên ku derketin serê Girê Çavûş ê Çiyayê Kurtik ku 2 hezar û 500 mêtro bilind e, di tîrmehê da kaşûn kirin û herwiha li ser berfê zebeş kerî kirin.
Welatiyan dû ra semawer vêxistin, çay dem kirin û ji xwe ra pîknîk kirin.
Kaşûnhez Erkan Acar di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku wan di meheke havînê da kaşûn kir û ev yek pir xweş e.
Acar bal kişand ku zivistanê vê herêmê 5-6 mêtro bilind berf dikeve û wiha dewam kir:
"Ev der bi qasî 12 kîlomêtroyan dûrî navenda bajêr e, lê mixabin navenda kaşûnê tuneye. Ciwan têra xwe ji vê derê îstifade nakin. Li Tirkiyeyê kaşûnbaz dema berf li serê Nemrûd, Palandoken û Uludaxê namîne, ji bo kaşûnê pere didin û diçin dervayî welat. Ev ji bo me ziyaneke mezin e. Em dixwazin li vê derê navendeke kaşûnê were çêkirin da ku hemû welat jê îstifade bike."