10 Mijdar 2015•Rojanekirin: 11 Mijdar 2015
Li Sûra navçeya Diyarbekirê ya dîrokî ji ber êrîşên PKKya rêxistina terorê hema bêje şeht li jiyanê ket.
Digel bircên dîrokî yên ku hildan nav Lîsteya Mîrateya Çandî ya Dinyayê li navçeya Sûrê ya ku yekemîn cihê niştecihê yê bajêr ya ku lê bi dehan mizgeftên dîrokî, dêr, xan, hemam, karwanseray û mal hene hema bêje bi êrîşên PKKya rêxistina terorê şeht li jiyanê ket û welatî mexdûr dibin.
Piştî hilbijartinên 1ê sermawezê li taxên Hasirli, Fatîh Paşa, Cemal Yilmaz û Savaşê terorîst xendeq dikolin, bergiriyan datînin û guh nadin jiyanê, ji ber vê yekê esnaf nikare ku dikanên xwe veke, cihên dîrokî yên li navçeyê nikarin di nav ewlehiyê de ziyaret bikin.
Hin niştecihên herêmê ji ber êrîşên terorê yên ku mirov nema dikare ji ber wan li ber xwe bide hin amûrên xwe bi xwe re dibin û malên xwe diterikînin, hin ji wan jî ji ber tirsê bêyî ku bi xwe re tu tiştê bibin mecbûr dimînin ku malên xwe biterikînin, welatiyên ku nikarin koç bikin jî di bin siya terorê de hewl didin ku jiyana xwe berdewam bikin.
Ji ber tehdeya terorîstan û êrîşên ku êdî li navendên navçeyan dikin welatî zehmetî dikşînin ku jiyana xwe berdewam bikin.
Ji ber êrîşên terorê car carna cêyran û av diçe û li navçeyê nikarin çopan berhev bikin.
- Zarok mexdûrên êrîşên terorê ne
Li navçeya Sûrê di serê kesên ku herî zêde dibin mexdûrê êrîşên terorê zarok in.
Ji destpêkirina heyama perwerdeyê ya 2015-2016an pê ve zarok ji ber dafikên teqemeniyê, xendeq û bergiriyan nikarin ku di nav ewlehiyê de biçin dibistanê.
Malbat bi fikara ewlehiyê naxwazin ku zarokên xwe bişînin dibistanê û zarok nikarin bi dilrehetî li ber derê mala xwe bilîzin.
Niştecihên navçeyê diyar dikin ji ber ku li hawirdora wan bergirî û xendeq hene naxwazin ku zarokên xwe bişînin Dibistana Navîn a Yavuz Selîmê, Dibistana Suleyman Nazîf, Dibistana Navîn a Îmam Xetîbê ya Alparslanê.
Hat diyarkirin ku nikarin mizgeftên li kolanên Kurşunlu, Hasirli, Haci Hamît û Hocaogluyê ya ku terorîstan wir bergirî û xendeq kolane îbadetên xwe bikin.
Hat ragihandin ku li hin mizgeftên li navçeyê jî tenê nimêjên nîvro û esrê tên kirin.
Hin welatiyên dixwazin ku bi cemeat nimêj bikin dema dibînin ku mizgeftên ku çûnê girtîne mecbûr dimînin ku biçin mizgeftekî din.
Mizgefta Kurşunluyê ya li navçeyê jî di êrîşên terorê de gelekî xisar dît.
- Welatî ji rewşê aciz in
Ji niştecihên navçeyê Fûrkan Ûçar daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku terorîst li taxa wan bi çekan digerin, ji ber ku ditirsin nikarin ku ji malên xwe derkevin.
Ûçar got ku "Em nikarin biçin mizgeftan. Dibêjin ku 'Rikê wan ve aştî' lê ew nikarin aştiyê bînin. Tenê dewlet dikare aştiyê bîne. Ev ne dikarin bibin nûnerê kurdan ne jî ya tirkan." û da zanîn ku nikarin bi rehetî razên.
Ûçar destnîşan kir navçeya wan hat asteke wisa ku mirov nikare lê bijî û wiha axivî:
"Heke ev nebûna em dê misilman û xiristiyan bi hev re xweşik xweşik bijîna. Xwendekar dema sibê diçin dibistanê ditirsin. Li cihê ku terorîst lê ne bi tu awayî çareserî tune. Mensûbên rêxistinê dijî dewletê propagandaya derew dikin. Xendeqan dikolin û dibêjin ku 'em ji bo we şer dikin'. Bi Xwedê derew e. Ez bi hêsanî zimanê xwe diaxivim û dînê xwe dijîm lê ew ji van re dibin asteng. Bi hezaran kes ji herêma nava sûrê bar kir. Piştî wan bar kir ketin malên wan û xistin depoya cebilxaneyê, mayîn bi cî kirin. Bi lîstikên xwe yên qirêj hewl didin ku ji ser gel dewletê sûcdar nîşan bidin. Dê ne kurd ne jî tirk tu carî ji vê bawer nekin."
- "Esnaf nikare çek û senedên xwe bide"
Esnaf Mehmet Kal got ku mensûbên rêxistina terorê xizmetê gelê kurd nakin xizmetê hêzên din dikin.
Kal got ku "Terorîst ji bo welatiyan nakevin pevçûnan" û qala mexdûriyeta ku ji ber bûyerên terorê hat serê wan, kir.
Kal qal kir ku esnaf hat asteke wisa ku êdî nikare dikanên xwe veke û wiha axivî: "Ev demek dirêj e ku em kar nakin. Digel ku tu dahata me tune jî em ketin zirarê. Esnaf nikare çek û senedên xwe bide."