14 Mijdar 2015•Rojanekirin: 14 Mijdar 2015
PARÎS
Hat ragihandin ku hejmara kesên ku di êrîşa ku do li Parîsê hatibû kirin da gihîşte 128 kesî.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dozgeriyê hatin sitandin, di êrîşê da 128 kes mirin û 180 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa 80 kesî giran e. Ditirsin ku hejmara miriyan zêde be. Nexweşxaneyên li dorberê ji bo xwîndayînê bangî welatiyan kirin.
Der barê êrîşan da li Qesra Elyseeyê di serokatiya Serokomar Françoîs Hollande da civîna ewlekariyê dest pê kir. Serokwezîr Manuel Valls, Wezîrê Karên Derva Laurent Fabîus, wezîrên karên navxweyî, edalet û tenduristiyê û rayedarên payebilind ên sivîl û leşker beşdarî civînê bûn.
Wek mayîn Serkonsolosiya Parîsê ya Tirkiyeyê di hesabê xwe yê twîtterê da wiha got: "Em ji welatiyên xwe yên li Parîsê rica dikin bira baldar bin û heta ku mecbûr nemînin neçin ciyên qerebalix."