İbrahim Atmaca
03 Gulan 2018•Rojanekirin: 03 Gulan 2018
ANKARA
Li Çankayayê agir bi daîreyeke apartmanekê ket û xesar çêbû. Ambulansê midaxeleyî du şêniyên apartmanê yên ku bi dû ketin kir.
Li gor agahiya ku hat hildan, li Dîkîmeviyê kuçeya Yazganê agir bi daîreya jêrê ya avahiya Dilbahar Turkmenogluyê (35) ket.
Piştî ku cînaran cab dayê, Tirkmenogluyê ji nav dû ra xwe avêt derva. Ekîbên îtfaiyeyê li ser cabdayînê hatin cihê bûyerê û midaxeleyî agir kirin û temirandin.
Dûyê ku ji daîreyî rabû, tesîr li ser daîreyên din jî kir. Şêniyên apartmanê derketin ser balkonên xwe û xwe ji dû parastin. Ji ber ku gelek dû kete apartmanê demeke dirêj şêniyên apartmanê nehatin texliyekirin.
Ambulansê midaxeleyî Turkmenoglu û pîreke ku di apartmanê da rûdinê kir.
Îtfaiyeyê di malê da lêkolîn kir û li ser îhtimala ku ji qontaxa cayranê derketiye disekinin.