ANKARA
Komek endamên Platforma Heywanhezên Çankayayê ji bo ku Şaredariya Buyukçekmeceyê ya Stenbolê protesto bikin, li nêzîkî Navenda Giştî ya CHPyê ji bo keran merasimeke zewicandinê li dar xist.
Endaman çar ker xemilandin û anîn Parka Kurtuluşê ya 9ê îlonê ya piştî avahiya navendê.
Serokê Platformê Mursel Akyuz got ku Serokê Şaredariya Buyukçekmeceyê yê CHPê Hasan Akgun keran dizewicîne û cizdanê zewacê dide keran. Ji ber vê yekê wan ev protesto li dar xist.
Piştî daxuyaniyê endaman mehra keran a temsîlî birîn, zêr xistin stûyê keran û dû re jî strana Bariş Manço ya bi navê "Hevalê min Ker" guhdar kirin.