İbrahim Atmaca
08 Sibat 2018•Rojanekirin: 09 Sibat 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di bin sifirê da 15 pile li Qersê hat pîvan.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat hildan, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa wê ewrsayî be û paşê ewrê zêdetir bin, bi şev li Erzincan û deverên bakurê Erziromê, li Qers û giştiyê bajarê Erdexanê şilope û berfê bibare.
Li herêmê germahî 3 û 6 pile ji germa demsalê zêdetir e.
Li herêmê germ herî kêm li Tunceliyê 0, di bin sifirê da li Qersê 15, li Agiriyê 14, li Erdexanê û Erziromê 11, li Îdir û Erzinganê jî 3 pile hat pîvan.
Li gor texmînê germa nava rojê jî wê li Tuncelî û Îdirê 13, li Erzinganê 11, li Erziromê 4, li Qersê 5, li Erdexan û Agiriyê jî 2 pile be.
Li navendên kaşûnê qalindahiya berfê li Palandokenê 53, li Cibiltepeyê 56, li Erganê 81 santêm hat pîvan.
Rayedaran hişyarî da ku welatî ji bo cemed û hişkiyê, li berpalan ji bo talûkeya şepeyê baldar bin.
- Li Erdexanê xumam
Li Erdexanê xumam heye.
Navenda bajêr di serî da li ser rêya Erdexan û Qersê wesayît ji ber xumamê hêdî diçin û tên.
Xumam ji duh va dewam dike û wê îro jî dewam bike.
Midûriya Erdexanê ya Meteorolojiyê diyar kir ku xumam ji ber sermayê çêdibe.