03 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev pileya hewayê herî kêm di bin sifirê de 32 pile li Qersê hat pîvan.
Li gor agahiya ku ji Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat hildan, li herêmê wê hewa ewrawî be û li hin cihan jî mij hebe.
Li hin bajarên herêmê kêmtirîn pileya hewayê din bin sifirê de wiha ye; li Qersê 32, li Erdexanê 30, li Erziromê 23, li Agiriyê 16, li Îdir û Erzinganê 9 û li Tûnceliyê 3 pile hat pîvandin.
Li herêmê pileya hewayê wê biroj wiha be; li Tûnceliyê 4, li Erzinganê di bin sifirê de yek, li Îdirê 3, li Agiriyê 7, li Erziromê 8, li Erdexanê 9 û li Qersê 11 pile hat pîvan.
Qalindahiya berfê li Agriyê 58, li Erziromê û Erdexanê 23, li Qersê 21, li Îdirê 12, li Tûnceliyê 10, li Erzinganê santîmetreyek hat pîvan.
Rayedaran hişyarî da welatiyan ku li hemberî cemed, mij, talûkeya aşîtê baldarbin û tedbîran hildin.