03 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2017
HATAY
Hejmara birîndarên ku ji Heleba di dorpêça rejima Esed û komên terorîst ên alîgirê rejimê da ye tehliye kirin û anîn Tirkiyeyê gihîşte 360î.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Gişkî ya Çapemenî, Weşan û Enformasyonê ya Serokwezîriyê hatin sitandin, sewqkirina birîndarên rewşa wan giran ên ku ji Helebê tehliyeyî Îdlibê kirin û ji wir jî sewqî Tirkiyeyê dikin dewam dike.
Ji destpêka tehliyekirinê virda hejmara birîndarên ku ji Deriyê Sînor ê Cîlvegoziyê ra anîn Tirkiyeyê gihîşte 360î.
Ji birîndarên ku hatin dermenkirin 48 kes mirin, 137ên wan sewqî bajarên din kirin û 67 birîndar jî piştî dermankirinê hatin taburcîkirin.
Hat ragihadin ku 168 birîndar ji 18 salî piçûktir in.