31 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar di dibinê sifirê da 26 pileyî va li Agiriyê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, tê texmîkirin ku hewayê ewrsayî be û ber êvarê li Erzirom û Ezirganê berfê bibare, bi şev jî li Qers û dorberê Agiriyê berfê dest pê bike.
Li herêmê germahiya hewayê li li Agiriyê di binê sifirê da 26, li Qersê di binê sifirê da 24, li Erdexan di binê sifirê da 23, li Erziromê di binê sifirê da 12, li Îdirê di binê sifirê da 10, li Ezirganê di binê sifirê da 2 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin bi roj germahiya hewayê li Ezirganê 6, li Îdirê 2, li Erziromê 0, li Agiriyê di binê sifirê da 7, li Qers û Erdexanê di binê sifirê da 6 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 62, li Erziromê 24, li Erdexanê 22, li Qersê 19, li Îdirê 13 û li Ezirganê jî santêmek hat pîvandin.