29 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
VAN
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berf û bagerê rêya hezar û 567 tax û gundî hat girtin.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Wanê li giştiyê bajêr ji ber berfê rêya 705 taxan hatiye girtin û tîmên şaredariyê dixebitin ku rê bên vekirin.
Li gor agahiya Midûriyeta Herêma 11emîn a Rêbejayê rêyên di navbera Wan-Baxçesaray, Bazîd-Çaldiran, Baxçesaray-Hîzan, Milazgir-Nurettîn-Aktuzla, Milazgir-Karahasan-Xelat, Milazgir-Karahasan-Elcewaz, Elcewaz-Adaksu, Xelat-Karahasan, Bidlîs-Meydan-Geyîkpinar, Yuksekova-Şemdînlî û Daglica Yuksekovayê ji ber berf û bagerê hatin girtin.
Li gor daneyên Midûriyeta herêma 14mîn li seranserê herêmê wê ewrsayî be, li derdora Wan, Bitlîs û Hekariyê jî wê car caran berf bibare. Rayedar ji welatiyan dixwazin ku bila li hemberî sir, seqem, qeşa, cemed, mij û aşîtê baldar bin û bi tewdîr tevbigerin.
Ji hêla din va hat gotin ku li ser rêya Çaldiran-Bazîdê 130 TIRên ji ber berfê nikaribûn dewam bikin û niha li îstasyonên neftê yên herî nêzî wan bûn sekinîn.
Li navçeya Gurpinarê jî operatorê makîneyê Ferît Kaçar di bin aşîtê da ma û ji bo xilaskirina wî ekîba AFADê ya ji 10 kesî pêk tê sewqî cihê bûyerê kirin.
- Bitlîs
Midûrê Xizmetên Gihandin û Îdareya Taybet a Bajarê Bitlîsê Umît Kurtkan daxuyanî da û diyar kir ku li seranserê bajêr rêya 295 gundan hatiye girtin û ekîbên şaredariyê li navenda bajêr rê paqij dikin û welatî û esnaf jî derdora mal û dikanên xwe vedikin.
- Mûş
Midûrê Şaxa Xizmetên Gihandin û Rê ya Sekreteriya Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê Mehmetşah Şenturk destnîşan kir ku li navend û navçeyan rêya 200 gund û 110 gomî ji ber berfê hatiye girtin.
- Hekarî
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajarê Hekariyê jî ji bo vekirina rêya 59 gund û 198 goman vekin kar û xebatên xwe didomînin.
Ekîbên şaredariyê jî rêyên li nav bajêr paqij dikin û ji bo vekirî bimînin dixebitin.