21 Adar 2016•Rojanekirin: 22 Adar 2016
ŞIRNAK
Li Şirnexê hêzên ewlehiyê, di xaniyekê ku hat diyarkirin PKKya rêxistina terorê wê ji bo çêkirina teqemeniyan bikartîne da, lêgerîn kir, di encamê da 2 ton teqemeniyê ku bi 25 tupan va hatiye bihêzkirin tespît kir. Teqemenî bi kontrol hatin îmhakirin.
Li Şirnexê operasyona "Şehîd Cendirme Usttegmen Mehmet Çiftçî" ku di 14ê adarê da ji bo qefaltina terorîstan, sergirtina kozikên ku teqemenî tê da hatine bicîhkirin û berterefkirina berîqatan bi hevkariya Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) û mensûbên ewlekariyê hat destpêkirin dewam dike.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, hêzên ewlehiyê di maleke yek qatî ya li Taxa Yeşîlyurtê ku dihat gotin terorîst li vir teqemenî çêdikin, lêgerîn kir.
Di encama lêgerînê da 2 ton teqemeniyê ku bi 25 tupan va bihêzkirine hat tespîtkirin.
Teqemenî ji aliyê ekîbên îmhakirina bombeyê va hatin teqandin. Bi şideta teqînê di xanî da xisar çêbû.
Li herêmê operasyon berdewam dike.