İbrahim Atmaca
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Li Stenbolê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da bi îdiaya ku perê rêxistinê dişînin û ji rêxistinê ra alavên eskerî peyda dikin 2 gumanbarên ku hatin binçavkirin, hatin girtin.
Ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê di çarçoveya li bajêr xebata deşîfrekirina fealiyetên DEAŞa rêxistina terorê da tesbît kir ku M.S. û S.B. perê rêxistinê transfer dikin û ji bo ku bişînin herêmên şer alavên eskerî peyda dikin.
Di çarçoveya lêpirsînê da ekîban di 16ê adarê da li Fatîh, Avcilar, Umraniye, Kadikoy û Çatalcayê li ser 7 adresan operasyona hemdem kir û 2 gumanbar binçav kirin.
Di lêgerînên adresan da 8 kîlo û 500 gram zêr, 25 kîlo zîv, milyonek û 794 hezar lire, milyonek û 300 hezar dolar, 118 hezar ewro, milyonek û 921 Lireyê Suriyeyê, 4 hezar û 500 Dînarê Qeterê, 22 hezar Poundê Misrê, 350 Dînarê Kuweytê, 109 hezar û 500 Riyalê Erebistana Siûdî, 47 hezar Dînarê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban, 5 hezar Dînarê Urdunê, hezar û 610 Sterlînê Îngiliz û 100 Dolarê Kanadayê hat bidestxistin.
Her wiha di maleke ku tê da lêgerîn hat kirin da tivinga bipompe û gelek şarjorên çekan, aparata sîlahê, cîhazê lêgerînê yê kêzik, cîhazê lêgerînê yê kamereya veşartî, bêtêl û kameraya veşartî hat dîtin.
Bersûc piştî îfadeya xwe ya li emniyetê sewqî edliyeyê kirin û mehkemeyê biryara girtina wan da.