Önder Beyter
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
ŞANLIURFA
Sûriyeyiyên ji Eyn el Ereb û Minbicê ku ji ber tundî û zexta rêxistina terorê YPG/PKKyê xwe spartin Tirkiyeyê li benda wê rojê ne ku axa wan ji rêxistina terorê were paqijkirin da ku bi ewle vegerin ser warê xwe.
Rêxistina terorê YPG/PKKya ku bi taybetî li bakurê Sûriyeyê herêmên Ereb, Kurd û Tirkmenan pirî caran bêyî ku şer bike, bi rêbazên cuda kirin bin kontrola xwe, ji xelkê herêmê dixwaze ku bêyî şert û merc bikeve bin emrê wê.
Rêxistina terorê pêşiyê dest datîne ser xanî û malên Sûriyeyiyên ku gotina wê nakin û paşê jî bi darê zorê çekê didin destê keç û xortên wan.
Sûriyeyiyên ku naxwazin zarokên wan li hemberî xwîşk û birayên xwe yên Misilman şer bikin û nema li hemberî tundî û zextê teyax dikin, mecbûr dimînin û koçî Tirkiyeyê dikin.
Huzeyfe Mihemed Hesen ku ji gundê Harûsê koç kiriye, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ev 3,5 sal e bi hesreta welat dijî.
Elî Mihemed jî destnîşan kir ku rêxistina terorê YPG/PKK her cure zilmê li mixalifên xwe dike.
Mihemed bal kişand ku ne bi tenê Ereb û Tirkmen, herwiha zilmê li Kurdên ku wekî wan nafikirin jî dikin û wiha dewam kir:
"Daxwaza me ew e ku demildest ev ji herêma me derkevin û herin. Heger tu gotina wan nekî, bêbextiyê li te dikin û tişta pêwîst e dikin. Heger tu bixwazî li kêleka wan bijî, divê tu gotina wan bikî. Tişta ku ev dikin, berê Esed dikir. YPG/PKKyê demografiya herêmê hemû guherand. Ji derva û ji Iraqê yên di gotina wan da ne, tînin û bi cih dikin. Xelkê Kurd ê ku birayê me ne jî tehcir kirin. Bi hezaran Kurdên wekî me niha li Tirkiyeyê dixebitin, nikarin vegerin ser warê xwe. YPG/PKK bira ji gundê me derkeve, heger malên me hilweşiyabin jî em ê biçin û di konan da bijîn. Heger ew dernekevin, em nikarin biçin. Ji ber ku wê me û birayên me berdin hev."