23 Sibat 2017•Rojanekirin: 23 Sibat 2017
ÎSTANBUL
Ekîbên polêsan a Miduriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê li dijî DHKP-Cyê li gelek navçeyan li ser hin navnîşanan operasyonên hemdem li dar xist.
Li gorî agahiyan Ekîbên midûriyeta Şaxa Tekoşîna dijî Terorê Sûltangazî, Şîşlî, Beyoglû, Kartal, Umraniye, Sancaktepe di serî de li ser gelek navçeyan operasyon hevdem li dar xist.
Polêsên Tevgera taybet û firokeya polêsan jî beşdarî operasyonê bûn. Di operasyonan da di gelek malan da lêgerîn hat kirin û dema oparasyonê da ewlehiyeke berfireh hat girtin. Her wiha di operasyonê da 112 Servîsa Bilez jî amade bû. Tu agahî nehat dayîn gelo di operasyonê de kes hatin girtin yan na.