23 Sibat 2017•Rojanekirin: 23 Sibat 2017
WASHINGTON
Rojnamevan û nivîskar Kemal Ozturk daxuyand ku di guherîna qanûna bingehîn de armanc ew e ku duserîtiya rêveberiya siyaseta Tirkiyeyê rast be. Ozturk got ku êdî Tirkiye nikare duserî hereket bike.
Kemal Ozturk li Washingtona navçeya DYAyê de di bernameya li ser navê "Nîqaşên Sîstemê yên Tirkiyeyê" de axivî.
Ozturk got ku guherîna wê li Tirkiyeyê çêbe guherîneke siyasî an jî rejimê nîne, guherîneke teknîkî ye.
Ozturk got ku nîqaşên sîstemê ji dema Tanzîmatê heta niha tên kirin û wiha axivî: "Heta hûn 200 salên dawî fehm nekin û problemên îro qet fehm nakin."
Ozturk got ku di qanûnan bingehîn de 4 xal li ser rejimê ne û di vê guherînê de jî ji bo van xalan behsa tu guherîna nayê kirin.
Ozturk diyar kir ku ji ber vê yekê tu rîska guherînê rejimê tuneye.
Ozturk destnîşan kir, xitimandina pergalê li Tirkiyeyê ji pirsgirêkên herî girîng û sereke ye û sedema vê jî midaxeleyên leşkerî ne.
Ozturk îdia kir ku di dîroka Tirkiyeyê da Makezagona 1980yî ya herî xerab e, Makezagona 1924an jî ya herî baş e û wiha dewam kir: "Êdî pêdiviya Tirkiyeyê bi makezagoneke nû ya ku li ser azadiyan hatibe çêkirin heye." Ozturk bal kişand, li cihekî ku cotîradeyên bijartî hebin, li wê derê pirsgirêk xelas nabin.
Ozturk diyar kir, zêde ne girîng e ku kê bibe serokwezîr û wiha dewam kir: "Ew pergal nameşe. Di keştiyekê da du qaptan nabin. Li Tirkiyeyê erka birêvebirinê ne cotîrade ji bo ku bikeve destê îradeyeke bijartî guhertin tê kirin."
Ozturk destnîşan kir, li dinyayê guhertineke pir bi lez û bez heye û wiha dewam kir: "Li ber serê me du şer hene. Di cihekî wiha da ne pêkan e ku Tirkiye bi pergaleke cotserî va dewam bike. Rêvebiriyeke xurttir û navendî şert e."