19 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2016
SÎÎRT
Li Sêrtê 285 baxçeyên teze ew ê bên avakirin.
Di çarçoveya Projeya Pêşxistina Cotkariya Mêweyan ya Bernameya Piştgiriya Malî ya Tevkar a Ajansa Pêşketina Dîcleyê (DÎKA) ya ku bi destê Midûriyeta Bajêr a Xurek, Çandinî û Heywandariyê tê rêvabirin da dest bi xebatên baxçeyan kirin.
Kordînatorê Ajansa Pêşketina Dîcleyê Erdal Ozçelîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew ê di çaarçoveya projeyê da hetanî dawiya salê 285 baxçeyan ava bikin.
Ozçelîk got biryar dane ku piştgiriyê bidin cotkarên ku li gund û goman dijîn û wiha pê da çû:
"Me bi Midûriyetên Bajêr ên Cotkariyê ra protokol îmze kir. Di encama protokolan da daxwaznameyên otkarên me hatin komkirin û avakirina baxçeyan dest pê kir. Nika li Sêrtê 285 baxçe tên avakirin. Îhtimaleke mezin hetanî dawiya îsal ew ê xilas bibin. Eraziyên vala yên li der û dora Erûh û Perwariyê bi piştgiriya me va ew ê tijî baxçe bin. Di navbera 5-10 salan da cotkarê me yê dest bi qezenceke baş bikin."