Mehmet Niyazi Deniz
24 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2024
Li Perwariya navçeya Sêrtê 15 kesên di binê berfê da asê mabûn hatin rizgarkirin.
Li gor daxuyaniya Îdareya Taybet a Bajêr li herêma Geçîttepeyê ji ber berfê 7 wesayît di binê berfê da man.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr 15 kesên di berfê da asê mabûn xelas kirin.
Ekîban rê vekir û wesayît gihîştin cihên ewle.