19 Hezîran 2018•Rojanekirin: 20 Hezîran 2018
SÊRT
Li Erûha navçeya Sêrtê teqemeniya ku terorîstên PKKyî li ser rê wekî defik danî, hat teqandin û tê da eskerek şehîd bû, du esker birîndar bûn.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, li navçeya Erûhê texma gundê Dagdoşuyê dema esker derbas dibûn, teqemeniya destçêkirî ku terorîstên PKKyî wek defik danîbûn, hat teqandin.
Di êrîşê da yek jê giran sê esker birîndar bûn.
Esker rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê û eskerê ku rewşa wî giran bû, li nexweşxaneyê şehîd bû. Tedawiya herdu eskerên din dewam dike.
Hêzên ewlehiyê li herêmê ji bo girtina terorîstan operasyon da destpêkirin.