19 Sibat 2016•Rojanekirin: 20 Sibat 2016
ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê ragihand 2 leşker û 2 polêsê ku li Sûra navçeya Diyarbekirê di operasyonan da birîndar bûbûn cangorî bûn.
Li gor daxuyaniya ku di malpera Serokatiya Sererkaniyê da hat weşandin, di êrîşa endamên PKKya rêxistina terorê da 2 leşker û 2 polêsê giran birîndar bûn. Hat diyarkirin ku li nexweşxaneyê digel midaxeleyê 2 leşker û 2 polês di saet 05.45an da cangorî bûn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Xwedê rehma xwe li cangoriyan bike û serê malbat, xizm û gelê me sax be.