Abdullah Tel
30 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 01 Sibat 2019
TUNCELÎ
Li Ovacika navçeya Tunceliyê ku herî zêde lê pez tê xwedîkirin serî ket pez û zayîna mî û bizinan dest pê kir.
Stûriya berfê li hin cihên navçeyê gihîştiye 3 metreyan û xwediyên keriyên pez jî di nav vê sir û seqemê da bi mijuliyeke din ra eleqedar dibin. Lewra her sal ji serê meha rêbendanê bigir heta serê meha adarê serî dikeve pez, berx û karikên salê jî di wê heyamê da çêdibin. Bi çêbûna berxik û karikan ra kar û xebata xwediyên pez ên li axuran jî zêde dibe.
Xwediyên pez qismekî wexta xwe mîna beytarekî li axurê derbas dikin ku bila di wexta zayîna mî û bizinan da zirar negihîje berxik û karikan. Piştî zayînê ew berxik û karikên çêdibin bi cilekî dinixêmin û xîç didin wan.
- Bi şîrê çêlekê xwedî dikin
Hin karik rojê du caran dimijînin lê ji ber şîrê maka wan têrê nake ew birçî dimînin. Xwediyên pez jî ji bo karik têr bibin şîrê çêlekan didoşin û bi bîberonê didin devê karikan.
Rûyê xwediyên pez ji bilî karikan bi saya çêbûna berxikên salê jî li ken e.
Ji xwediyên pez Umut Candaş Yarar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku xwedîkirina pez ji bo şêniyên hêremê karekî mûhîm e.
Yarar bal kişand ser şert û mercên zivistanê û wiha pê da çû: "Îsal serî zû ket pez. Ji ber vê jî him em kêfxweş bûn û him jî barê me zêde bû. Bizin di demeke sar û bi berf da zayîn. Ji bo ku karik awayekî sihet çêbibin em nobetê digirin."
Karik û berxik ji makên xwe naqetin û dema bi bîberonê şîr vedixwin jî dîmenên xweş û rengîn derdievin meydanê.