Avahiya çêkirina navenda xweşiqitandinê ya ku 2 kîlometreyî dûrî navçeyê ye didome, lêbelê welatî ji Ovacik, Dêrsim û bajarên li der doran tên navendê. Hin welatî xwe dişiqitînin hin welatî jî li xizangê siwar dibin.
Qaymeqamê Ovacikê Îsmaîl Ozkan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li herêmê berf zêde tune lê welatî tên navendê û wiha got: "Sala pêşiya me gava ku avahiya navendê biqede hejmara ziyaretvanan dê 3-4 qat zêde bibe. Ez bawer dikim ku bi tenê ji Ovacikê na, ji hemû derûdorên Dêrsimê welatî dê bên navendê. Ez hevî dikim ku rojên pêşiya me ji bo Ovacikê zehf xweş bin."