Abdullah Tel
25 Nîsan 2018•Rojanekirin: 25 Nîsan 2018
VAN
Hat ragihandin ku li Başkaleya navçeya Wanê 5 stargehên endamên PKKya rêxistina terorê bi kar dianîn, hatin îmhekirin.
Fermandariya Cendermeyê ya Bajêr di daxuyaniya weşand da destnîşan kir ku operasyonên li dijî PKKya rêxistina terorê dest pê kirine bênavber didomin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Li çoltera Taxa Tahilê operasyon hat kirin û di operasyonê da 5 stargehên ku tê da 2 tupên mezin ên pê teqemenî tên çêkirin, 45 qutî boyaxa alumînyûm, 220 metre qabloya ceyranê, 4 blokên bataryayê, nîv bîdon benzîn, 15 lître mazot, 2 mekanîzmayên teqemeniyê, mifte û gelek amûrên ji bo jiyanê lazim hatin dîtin û tevlî şikeftan hemû hatin îmhekirin.
Hat gotin ku li dijî rêxistina terorê ji bo hizûr û ewlehiya gel wê xebat û operasyon, bênavber dewam bikin.