Türkan Tosun
25 Nîsan 2018•Rojanekirin: 26 Nîsan 2018
BOLU
Parka Sirûştî ya Abantê ya ku bi xwezaya wê xweş e û her tim balê dikşîne di nav hefteyê de jî mazûvaniya turîstan dike.
Abanta ku 35 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e, di çar demsalan de jî xweş e.
Piştî ku hewa germ bû turîstên herêmî û biyanî diçin Abantê û dema xwe li wir derbas dikin.
Kesên tên parkê li der û dora parkê dimeşin, duçerxiyê diajon, hespê û faytonê siwar dibin.
Turîst wêneyan dikşînin, ji golê masiyan digrin û ji xwe ra seyranê dikin.