İbrahim Atmaca,Fatih Gazioğlu,Sevim Hatun,Abdullah Tel,Önder Beyter
11 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2017
VAN
Di navbera Tirkiye û Îranê da xurtkirina aborî, çandî û civatî kêrî Wanê jî hat.
Ziyareta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a Îranê û biryarên ku di vê ziyaretê da hatin dayîn, têkiliya herdu welatan baştir kir. Vê têkiliya baş ji aliyê tûrîzmê va tesîreke erênî li ser Wanê kir û li Wanê hêvî zêde bûn.
Li Wanê par hejmara tûrîstên îranî 238 hezar bû, di nav 8 meh û nîvan da ev hejmar derket 335 hezaran. Di dîroka bajêr da herî zêde tûrîst îsal hatin.
Tê payîn ku heta dawiya salê hejmara tûrîstên îranî derkeve ser 450 hezarî. Ev bala sektora tûrîzmê jî dikşîne ser herêmê.
Waliyê Wanê û Cigirê Şaredarê Bajarê Mezin Murat Zorluoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Îran ji bo Wanê bazarekî mezin e û ji bo ku Wan ji vê bazarê bêhtir mifayê bigre, xebat tên kirin.
Zorluoglu destnîşan kir ku bi ziyareta Serokomar Erdogan va têkilya bi Îranê ra pir xurt bûn û diyar kir, ji ber ku ev ziyaret bajêr jî eleqedar dike, ew ji nêz va dişopînin.
Zorluoglu got ku sînorê Wan û Îranê 300 kîlomêtre ye û ji bo Wanê Deriyê Sînor ê Kapikoyê pir girîng e û wiha dewam kir:
"Hikûmet me niha li wê derê bi arîkariya Wezareta Gumruk û Bazîrganiyê deriyekê gelekî modern çêdike. Înşellah em ê serê 2018an de vekin. Em jî û hikûmeta me jî niha bi Îranê re diaxive. Em heman tiştan û xizmetan ji wî aliyî jî dixwazin. Li deriyê Kapikoyê muefiyeta OTVyê heye. Ev jî ji bona kesên îxracê dikin avantajeke mezin e. Ev wê kêrî bajarê me jî bê."
- "Bi saya hizûrê wê jimara tûrîstan zêde be"
Walî Zorluoglu got ku bi saya hizûrê wê jimara tûrîstan zêde be. Zorluoglu diyar kir ku têkoşîna wan ya dijî rêxistina terorê dewam dike û hetanî hemû terorîst tên kuştin ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Zorluoglu got ku hin karsaz ji boveberhênan tên û ligel wî hevdîtinan dikin û wiha dewam kir:
"Tûrîzma Wanê li gor par pir geş bû. Lazim e em êdî Wanê wekî bajarê aramiyê bidine nasîn. Heta ku ev aramî hebe wê hejmara turîstên bên herêmê jî zêde be. Îsal ji serê salê heta 15ê îlonê hejmara tûrîstên îranî yên ku hatin herêmê 335 hezar e. Li gor pêşbîniya me wê heta dawiya salê ev hejmar bigihê 450 hezarî. Tûrîstên ku tên ji aliyekî ve danûsitandinê dikin, ji aliyê din ve dixwazin li vir bimînin, bikevin behra Wanê. Sektora tûrîzmê geş bûye."
Zorluoglu got ku îsal otêlên li Wanê hemû tijî ne û wiha dewam kir: "Heta dawiya mijdarê rezervasyonê nakin. Demekê me tursîtên biyanî yên ku hatin herêmê ji ber ku cî tine bû li mêvanxaneyan bi cî kir. Qismek ji wan waniyên me yên mêvanhez li malên xwe ezimandin."
- Li Wanê wê otêlên nû bên çêkirin
Zorluoglu destnîşan kir ku bi geşbûna tûrîzmê re pêdiviya bi hotêlan zêdetir bû û wiha dewam kir: "Di vê sektora taybet jî ji bo sektora qonaxê sermayedariyê bikin. Çend têkîliyên me hene înşeallah di demeke nêz da wê li Wanê otêlên nû bên çêkirin. Wan navendeke cazîbeyê ye. Her tiştê li Wanê tesîrê li ser Agirî, Mûş, Bilîs û Hekariyê jî dike. Em ji bo kifşkirina qadên tûrîzmê hewl didin."
Xwediyê otêlê Reşat Yeşîlagaç jî destnîşan kir ku ew ziyareta Serokomar recep Tayyîp Erdogan ji nêz vaşopandin û biryarên hatin hildan wê bi kêrî aboriya herêmê bên.
- "Em ji Wanê gelekî hez dikin"
Operatorê tûran ê îranî Hadî Hematpûr da bibîrxistin ku dema ew tên Wanê herî zêde li ber deriyê sînor zehmetiyê dikişînin û wiha got, "Heger derî rojê 24 saetan jî vekirî bimîne wê ji bo herdu welatan jî pir qenc be." Hematpûr bal kişand ku carinan însan heya 7 saetan li ber derî dimînin û wiha dewam kir: "Bi bicihanîna van biryaran va ez bawer im ku bêtir tûrîst wê bên bajêr."
Tûrîsta ji Îranê Efsûn Nahîdiyê jî destnîşan kir ku ew seba danûstandinê hat Wanê û wiha xeberda, "Em timî tên Wanê. Li Wanê însanên me yên nas hene ku dema cih tunebe em diçin û li mala wan dimînin. Herwisa em ji Gola Wanê jî gelekî hez dikin. Aniha em bi tenê li navendên danûstanê alvêrê dikin. Mirovên vê derê jî pir qenc in."
Tûrîstê îranî Arian Hosseinzade jî bal kişand ku pêşketina peywendiyên herdu welatan, ji bo wan ciyê kêfxweşiyê ye û wiha dewam kir: "Heger derî rojê 24 saetan vekirî bimîne wê ji bo me gelekî rind be. Çûyîn û hatin jî wê çaxê seba wê me pir hêsan be, emê wê demê bikaribin êvaran jî bên. Ez ligel malbata xwe hatim Wanê. Em ji Wanê gelekî hez dikin."