İbrahim Atmaca
11 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2017
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya navend a Diyarbekirê diz ketin Mizgefta Xusrew Paşa a dîrokî û Dêra Protestanan û rûberên risasî dizîn.
Li Mizgefta Xusrew Paşa di 19ê îlonê da, li Dêra Protestanan jî di 5ê cotmehê da dizî hat kirin û rûberên risasî hatin dizîn. Polêsan ji bo girtina dizan xebat da destpêkirin.
Piştî lêkolînên li ser kamerayên ewlehiyê û MOBESEyan 3 diz hatin tesbîtkirin. Polês operasyon kir û bi îdiaya ku di mizgeft û dêrê da dizî kirine E.B. û R.T. binçav kirin.
Bersûc piştî îfadeya xwe ya li emniyetê sewqî edliyeyê kirin. Bersûc dema ku birin edliyeyê rojnamegeran dîmenên wan kişand û wan jî bertek nîşanî mensûbên çapemeniyê dan.
Qîmeta rûberên risasî bi qasî 10 hezar lireyî ne û hat tesbîtkirin ku dizan bi 650 lireyî ew firotine xurdeciyan.
Hat gotin ku ji bersûcan E.B. li dêrê notirvantiyê dike.
Polês li bersûcên din digere.