İbrahim Atmaca
07 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2018
VAN
Di operasyonên ku li Wanê hatin kirin da 6 hezar pakêt cixare û 36 têlefonên destan hatin bidestxistin.
Li gor daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn, ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Qaçaxcîtî û Sûcên Organîze ya Midûriya Emniyeta Bajêr, li ser rêya Ozalpê di kontrola rê da li ser şik û gumanê kamyoneta ku plaqeya wê 65 EV 109 e da sekinandin.
Ekîban di kamyonetê da lêgerîn kir û 6 hezar pakêt cixareya qaçax a gumrikê bi dest xistin. Der heqê M.O. û K.O. da lêpirsîn da destpêkirin.
Di lêgerîneke li navçeya Îpekyoluyê, taxa Şerefiyeyê, li ser kolana Orduyê di Pasaja Japon da jî lêgerîn hat kirin û 36 têlefonên qaçax ên destan hatin bidestxistin.
Ji bo têlefonan jî der heqê F.Ç. da lêpirsînê dest pê kir.