Önder Beyter
08 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê ya herî nizim di bin sifirê da 19 pile li Erdêxanê hat pîvan.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa kêmewrayî û sayî be û herwiha bişev û ber destê sibê jî ligel cemed û qeşayê cih cihan jî mij û xumam çêbe.
Li herêma ku germahî wê di asta demsalê da be ba jî wê ji aliyê başûr va nerm û car caran jî nîvqewî rabe.
Li herêmê germahiya hewayê ya herî nizim di bin sifirê da li Erdêxanê 19, li Erziromê 17, li Qersê 16, li Agiriyê 9, li Erzinganê 5, li Îdirê 3 pile û herwiha li Tunceliyê jî pileyek hat pîvan.
Dîsa tê pêşbînîkirin ku li herêmê germahiya nava rojê jî li Îdirê 12, li Tunceliyê 11, li Erzinganê 9, li Erzirom û Qersê sifir pile û di bin sifirê da li Agiriyê 3 û li Erdêxanê jî 4 pile be.
Li navenda bajaran qalindahiya berfê jî li Erdêxanê 20, li Erziromê 13 û herwiha li Qers û Agiriyê jî 3 santîmetre hat pîvan.