Fatih Gazioğlu
03 Nîsan 2018•Rojanekirin: 03 Nîsan 2018
VAN
Li Edremîta navçeya Wanê zarokê 8 salî yê ku ji mal derketibû û jê tu agahî nehatibû hildan, di cokekê de mirî hat dîtin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, ji bo dîtina Berhan Kiyakê 8 salî, ekîbên Fermandariya Cendermeyên Navçeyê, yên Midûriyeta Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) û Xilaskirina Medîkal a Neteweyî (UMKE) dest bi xebatê kiribûn.
Tîmên xilaskirinê herî zêde li ser coka Şamranê ya ku ji taxa Çîçekliyê re derbas dibe sekînin.
Xozneber ketin cokê û lêgerîn kirin. Di lêgerînê de cinazeyê zarokê serê sibê di cokê de hat dîtin û cihê ku zarok hat dîtin bi qasî 4 kîlometreyan ji malê dûr e. Cinaze ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê.
Berhan Kiyak duh şev ji bo leyîstinê ji mal derketibû û êdî der heqê wî da malbatê tu agahî nehildabû. Ji bona dîtina Kiyak tîm û welatiyên li derûdorê tev rabibûn.