Türkan Tosun
03 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
AGRI
Turîstên Îranî yên ku ji bo tetîla Cejna Newrozê hatibûn Tirkiyeyê dema vegeriyan welatê xwe li ber Deriyê Sînor ê Gurbulakê rastî surprîzekê hatin.
Welatiyên Îranî yên ku ji Deriyê Sînor ê Gurbulakê ya li Bazîda navçeya Agiriyê derbas bûn û hatin Tirkiyeyê hêdî hêdî vedigerin Îranê.
Du hefte berê ew ji hêla Suleyman Elbanê Waliyê Agiriyê bi kulîlkan ve hatibûn pêşwazîkirin, di rêya vegerê de jî ew bi xwarin û vexwarinê ve hatin oxirkirin.
Walîtiya Agiriyê li ber deriyê sînor stantek vekir û pakêtên ku tê da kek, ava fêkiyan û av hene bi turîstan belav kir.
Mecîd Sedagatê ku bi malbata xwe ve hatiye Tirkiyeyê ku Cejna Newrozê derbas bike, spasiya walîtiyê kir.
Sedagat got dema hatinê ew bi kulîlkan hatine pêşwazîkirin û niha jî bi xwarin û vexwarinê tên oxirkirin ku ew ji ber vê kêfxweş in û spasiya Walî Elban kir.
Cewat Musewî jî got ev pakêtên xwarin û vexwarinê ji bo wan surprîzeke baş bû.