Abdullah Tel
10 Tebax 2018•Rojanekirin: 14 Tebax 2018
ADIYAMAN
Xana Xoyê ya dîrokî ku nêzî 150 sal emrê wê heye û di nav Pazara Oturakçiyê da cih digire piştî çareserkirina pirsgirêka îstimlakê wê bê restorekirin.
Xana dîrokî ya ku di nav sedsala 19mîn da hatiye çêkirin û niha mîna cihê çayê tê emilandin wê bi restorekirinê va vegere halê xwe yê ewil.
Îdareya Taybet a Bajêr ji bo ku deverên dîrokî yên bajêr derxe pêş projeyên restorasyonê kirin dewrê û wê Xana Xoyê ya dîrokî jî bi restorasyonê bike xizmeta turîzmê.

Bi qasî 15 sal e ku ji hêla îstimlakê va pirsgirêk hebû û herî dawîn ew mesele hel bû û di çarçoveya bernameya restorasyonê da wê dikanên derdora xanê jî bên valakirin.
Ji bo restorekirina xanê bi qasî 9 milyon lire wê mesref bê kirin û heta sal û nîvekê jî wê hemû kar û xebatên li serê bên qedandin û bikeve xizmeta gel.
Waliyê Adiyamanê Nacî Kalkanci daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji projeyên girîng ên bajêr yek jî restorekirina Xana Xoyê ya Dîrokî ye û wiha pê da çû: "Piştî ku pirsgirêka îstimlakê temam bû dikanên li derdora xanê ketin destê Îdareya Taybet a Bajêr û piştî wê pêvajoyê jî heyama restorekirinê dest pê kir. Ji yek deverên ku dîroka Adiyamanê nîşan dide ya herî baş ev der e."
Li gor plan û amadehiyan restorekirina xanê wê bi qasî 3 salan dewam bike lê walîtî ji kesên kar hildane ser xwe xwest ku bila ya ji destê wan tê bikin û di nav sal û nîvekê da xanê ji bo xizmeta gel û turîzmê vekin.