24 Tebax 2016•Rojanekirin: 25 Tebax 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ji bo 3 rojan qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Ji bo ku şêniyên navçeyê hay ji qedexeyê hebin ji ser hoparlorên mizgeftê anons hatin kirin.
Di danezana hat anonskirin da wiha hat gotin: "Li navçeya me ji bo rê li ber êrîşên bi bombe û roket ên ser hêzên ewlehiyê tên kirin, bê girtin û tewdîrên ewlehiyê bên hildan li navçeya me qedexeya derketina derva hat îlankirin. Qedexeya derketina derva îro yanî 24ê tebaxê di saet 06.00an da dest pê dike û heta 3 rojan wê dewam bike."