18 Nîsan 2016•Rojanekirin: 19 Nîsan 2016
HAKKARÎ
Di operasyona Yuksekovayê da tunêleke ku mensûbên PKKya rêxistina terorê anîye li ser branda û naylon va ava kiriye û şibandine "sera"yê hat dîtin. Dirêjahiya tunêlê 100 mêtre ye.
Li Yuksekovayê ji bo dagirtina çalên kolandî, rakirina barîkatan û îmhakirina teqemeniyan di 13ê adarê da qedexeya derketina derva hat îlankirin û ji wê demê pê va operasyon dewam dike.
Hêzên ewlehiyê heta niha li taxên Esentepe, Gungor, Orman, Mezarlik, Cumhuriyet, Eskî Kişla, Yenî, Yeşîldere û Dîzê heta niha gelek tunêl dîtin ji aliyê mensûbên rêxistina terorê va hatibûn vekirin.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyê di operasyonan da tunelên ku dirêjahiya wan navbera 10 û 300 mêtreyî da diguherin dîtin û piştî ku teqemeniyên van tunêlan îmha kirin, tunêl hatin girtin.
Hêzên ewlehiyê li taxa Cumhuriyetê jî tunêlek dîtin. Anîne li ser branda û naylon va ava kiriye û tunêl şibandine "sera"yê. Piştî ku tunêl hat dîtin, hat tesbîtkirin ku bi torbê qûmê barîkat hatine çêkirin.
Hêzên ewlehiyê tunêla ku nêzî 100 mêtroyî ye piştî lêkolînê girtin.